Trump: Peymana Mekkeyê di warê parastina hevpar de girîng e
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA'yê Donald Trump, ji bo Peymana Mekkeyê ku di navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de hat îmzekirin got, di warê parastina hevpar a welatên Rojhilata Navînê de girîng e.
Serokê DYA'yê Donald Trump, ferman da ku tebîqatên leşkerî yên hevpar ên bi navê "Mertala Azadiyê ya Ulchî"yê ku ji aliyê Pentagonê ve bi mutefîkê xwe yê li Asyayê Koreya Başûr re dikir, bên kêmkirin. Trump, ji bo kêmkirina tetbîqatan wekî sedem hem lêçûna tetbîqatan hem jî redkirina Koreya Başûr a daxilbûna nava şerê bi Îranê re nişan da.
Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyand ku DYA "ne kêfxweş e " ku beşdarî tebîqata hevpar bûye û got ku "têkilyeke wî ya pir baş" bi lîderê Koreya Başûr Kîm Jong Un re heye. Trump diyar kir ku Koreya Bakur di dema serokatiya wî de "welateke negefxur û rêzgir e" û got ku tebîqatên hatine kirin "peyameke dijminane" ne.
PEYMANA MEKKE'YÊ
Trump di parvekirine xwe ya din de jî bal kişand ser Peymana Mekkeyê ya di 7'ê Tebaxê de di navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de hat îmzekirin. Trump diyar kir ku bi kêfxweşî peymanê pêşwazî kiriye û got: "Gaveke mezin, wêrek û girîng e."
Her wiha Trump got ku di warê parastina hevpar a welatên Rojhilata Navînê de girîng e.