Dostê Kurdan Senatorê DYA’yî Graham jiyana xwe ji dest da

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Senatorê ji endamên Komargeran ên Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Lindsey Graham ku piştgirî dida Kurdên Rojava, jiyana xwe ji dest da.

 
Mirina Senatorê Komarger ê DYA'yî Lindsey Graham li ser hesabê medya dîjîtal ji aliyê malbata wî ve hate ragihandin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Graham ji ber nexweşiyeke ji nişka ve di 71 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da û hate gotin, "Malbata Senator Graham di vê demê de ji ber duayê we minatdar e."
 
Graham ku salên dûr û dirêj li Senatoyê wezîfe kir, bi taybetî bi daxuyaniyên xwe yên têkildarî polîtîkaya derve, ewlekariya neteweyî û Rojhilata Navîn bal dikişand.
 
Graham li ser mijara polîtîkayên têkildarî Sûriyeyê dem bi dem nêzîkatiya DYA'yê rexne dikir û digot ku divê hevkariya bi hêzên Kurd ên li Rojava re bê parastin û bi vê armancê ketibû nava hin hewldanên qanûnî.
 
Graham bi taybetî piştî şerê Çileya 2026'an li bakurrojhilatê Sûriyeyê qewimî, helwesta DYA'yê ya li herêmê rexne kiribû û ji bo parastina Kurdan pêşnûme qanûnek amade kiribû.
 
Lindsey Graham rojek beriya mirina xwe, ji bo alîkariya ku Ûkrayna di qada parastina hewayî de ji DYA'yê werbigire binirxîne, çûbû gel Serokkomar Volodimir Zelenskiy li Kîevê.
 
Graham Lindsey ji ber vîzyona xwe ya destwerdaniya tund a leşkerî ya DYA'yê weke yek ji baz ên li Kongreyê dihate dîtin û yekî gelekî nêzî Serokê DYA'yê Donald Trump bû.
 
Donald Trump meha derbasbûyî di bernameyeke televîzyonê ya ji bo Lindsey Graham de gotibû: "Ew mirovekî bêhempa ye. Demeke gelekî dirêj e bi min re ye." Herdu kesayet ji bo hilbijartinên serokatiyê yên 2016'an di pêşbirka namzetiyê ya Komargeriyê de hatibûn hemberî hev.
 
Trump gotibû: "Ev têkoşîn bi dawî bû, em bûn hevalên herî baş ên cîhanê û wî li Senatoyê ji her kesî bêhtir alîkarî da min."