NAVENDA NÛÇEYAN - Newroza îsal bi dirûşma “Newroza Azadî û Demokrasiyê /Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” ne tenê wekî pîrozbahiyekê çandî, di heman demê de wekî qadeke bihêz a îfadeya civakî û siyasî derkete pêş. Bi taybetî pîrozbahiyên li Amed, Wan û Stenbolê, hem bi girseya beşdar hem jî bi kûrahiya peyamên hatine dayîn balkêş bûn.
Li Amedê Newroza ku di sala 2026’an de bi dirûşma “Newroza Azadî û Demokrasiyê /Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” hat pîrozkirin, dîmenê ku berdewamiya dîrokî û dînamîkên civakî-siyasî yên rojane tîne cem hev, nîşan da. Pîrozbahiyên îsal ne tenê hevdîtinekê girseyî bûn, di heman demê de wekî îfadeyekê zelal a bîra kolektîf, nasname û xeyala paşerojê bal kişandin.
Taybetmendiya herî şênber a Newroza Amedê, kûrahiya wê ya dîrokî bû. Li Kurdistanê Newroz ji cejnekê asayî zêdetir, navendekê sembolîk a têkoşînên civakî, berxwedana çandî û lêgerîna nasnameyê ye ku bi salan berdewam e. Di pîrozbahiyên 2026’an de ev paşxaneya dîrokî bi awayekî xurt hat hestkirin, girseyên ku herikîn qadê, daxwazên ji raboriyê û bendewariyên îroyîn bi hev re anîn ziman. Bi taybetî destnîşankirina li ser “azadiyê”, ne tenê wekî daxwazekê mafê takekesî, lê wekî mijara hebûnekî kolektîf derket pêş.
Yek ji hêmanên girîng ên ku di pîrozbahiyên îsal de bal kişand, hişmendiya hevpar a ku beşdariya girseyî afirandiye bû. Gihîştina bi sed hezaran mirovan a li dora heman diruşman, nîşan dide ku ji daxwazên kesane zêdetir, zimanekî siyasî û civakî yê hevpar ava bûye. Ev rewş, bersiva herî şênber a li qadê ya ji bo fikra “Yekitiya Demokratîk” e. Civîna mirovên ji her temenî, ji her beşên civakê û ji her fikrên siyasî di heman qadê de, nîşan da ku fikra yekitiyê di pratîkê de bi cih bûye.
3 PEYAMÊN SEREKE YÊN KU DERKETIN PÊŞ
Dema ku peyamên hatine dayîn bên lêkolînkirin, dê bê dîtin ku sê xalên sereke derdikevin pêş. Ya yekemîn, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çareseriya demokratîk û diyalogê ye. Beşdaran destnîşan kir ku ji bo çareserkirina alozî û rageşiyên ku demekê dirêj e berdewam dikin, divê rêyên muzakere û siyaseta demokratîk bên xurtkirin. Ev peyam ne tenê di asta herêmî de, di asta neteweyî û herêmî de jî wekî bangeke girîng e.
Ya duyemîn, mijara mafên çandî û nasnameyê ye. Di Newroza Amedê de daxwazên azadiya ziman, çand û nasnameyê bi dengekî bilind hatin ziman. Ev daxwaz êdî ne tenê parastinê, di heman demê de daxwaza hebbûn û wekheviya di qada cemaweriyê de jî dihewîne. Di vê çarçoveyê de qada Newrozê veguherî cihekî ku pirrengiya çandî lê hate nîşandan.
Ya sêyemîn, destnîşankirina li ser aştiya civakî û pêkvejiyanê bû. Tevî ku gotineke xurt a azadiyê serdest be jî, bal hat kişandin ku ev gotin ne li ser şer û pevçûnê, berevajî vê, li ser zimanekî aştiyane û qebûlê hatibû avakirin. Fikra “pêkvejiyanê” ne tenê wekî daxwazekê, di heman demê de wekî armancekî civakî ya şênber derket pêş.
BEŞDARIYA XURT A JIN Û CIWANAN
Yek ji aliyên cuda yên Newroza Amedê ya 2026’an jî, rola diyarker a ciwan û jinan bû. Nifşê ciwan hem xwedî li tecrubeyên raboriyê derketetin, hem jî ji bo paşerojê daxwazên zelaltir û gerdûnî anîn ziman. Beşdariya xurt a jinan jî, aliyê zayendî yê têkoşîna azadî û demokrasiyê diyar kir. Ev rewş nîşan dide ku tevger ne tenê di aliyê etnîkî an çandî de, di heman demê de di aliyê civakî û polîtîk de jî berfireh bûye.
Aliyê sembolîk ê pîrozbahiyan jî pir bihêz bû. Agirê Newrozê yê hat vêxistin, mîna her sal, îsal jî sembola ji nû ve jidayikbûn, berxwedan û hêviyê bû. Lêbelê di sala 2026’an de ev sembolîzm, bi naverokekî bîrewer û polîtîktir bû yek. Girseya li dora agir civiyabû, ne tenê rîtuelek bi cih anî, di heman demê de îradeya xwe ya ji bo dahatuyekê hevpar jî nîşan da.
Pîrozbahiyên Newroza 2026’an ku li Amedê pêk hatin, bûn yek ji neynikên herî bihêz ên dirûşma azadî, demokrasî û yekitiya demokratîk. Ev pîrozbahî bîra raboriyê zindî dihêlin û hewildana diyarkirina rêyekî kolektîf a ji bo paşerojê jî derdixe holê. Newroza Amedê bi vî aliyê xwe ne tenê bibîranîn an pîrozbahiyek e, di heman demê de wekî îfadeyekî dînamîk a veguherîna civakî û lêgerîna siyasî girîngiya xwe diparêze.
NEWROZÊN AMED Û STENBOLÊ
Pîrozbahiyên li Stenbolê di zeminekê sosyolojîk a pir cuda de pêk hatin. Li Stenbolê ku bajarê herî mezin û kozmopolît ê Tirkiyeyê ye, Newroz veguherî platformekê berfireh ku nasname û beşên cuda yên civakê tên cem hev. Ev rewş wekî nîşana şênber ê dirûşma “Yekitiya Demokratîk” dikare bê nirxandin. Peyamên di pîrozbahiyên Stenbolê de hatin dayîn, ne tenê daxwazên civakekê diyar, di çarçoveyekê berfireh de daxwazên demokrasî, dewleta hiqûqê û hevwelatiya wekhev dihewand. Ji tevgerên jinan heta rêxistinên ciwanan, ji komên kedê heta nûnerên saziyên civakî, cihgirtina gelek beşan di qadê de, berfirehiya vê banga yekitiyê xurt kir.
Di her du bajaran de jî temaya hevpar a ku derket pêş; rastiya ku azadî û demokrasî ji hev nayên qutkirin. Li Amedê destnîşankirina dîrokî û li ser bingeha nasnameyê derket pêş, li Stenbolê ev daxwaz bi zimanekî gerdûnî û pirreng hatin îfadekirin. Lêbelê di her du navendan de jî xala hevpar a peyamên hatine dayîn ev bû ku demokratîkbûn ne tenê reformeke siyasî ye, di heman demê de şertê bingehîn ê aştiya civakî ye.
Yek ji hêmanên din ên girîng ên Newroza 2026’an, beşdariya xurt a ciwan û jinan bû. Ev rewş nîşan dide ku daxwaza azadî û demokrasiyê ne tenê mîrateyekî ji raboriyê ye, di heman demê de qadeke têkoşînê ya zindî û dînamîk e ku ber bi paşerojê ve tê veguestin. Nexasim pankartên ku ciwanan hilgirtin û daxwazên ku anîn ziman, bûn îfadeyekî zelal a daxwaza jiyanekê adiltir, wekhavtir û azadtir.
Herwiha, di her du bajaran de jî rîtuelên çandî û peyamên polîtîk di nav hev de bûn. Ev rewş nîşan dide ku Newroz ne tenê qadeke protesto an daxwazê ye, di heman demê de tecrubeyeke giştî ye ku jiyanê, berxwedanê û hêviyê pîroz dike. Agirê Newrozê yê ku hil dibe, hem bîra berxwedanê ya raboriyê û hem jî hêviya azadiyê ya dahatûyê sembolîze dike.
Encam, Newroza ku di sala 2026’an de bi dirûşma “Newroza Azadî û Demokrasiyê /Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” hate pîrozkirin, wekî ku di mînakên Amed û Stenbolê de şênber bû, ne tenê cejneke, di heman demê de bû qadeke peyamên bihêz ên civakî. Ev pîrozbahî bi aşkerayî nîşan didin ku daxwazên azadî, demokrasî û yekitiya demokratîk ji aliyê beşên berfireh ên civakê ve hatine qebûlkirin û ev nirx dê di paşerojê de jî diyarker bin.
MA / Remzî Coşkun