Li Iraq û Lubnanê çi diqewime: Tevgera Haşdî Şabî, HTŞ û Hîzbullahê berdewam dike

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Metirsiya veguherîna şerê Îranê bo şerekî herêmî, li ser sînorên Sûriyeyê yên bi Iraq û Lubnanê ve tê çavdêrkirin. Li Sûriyeyê tevgera HTŞ’ê, di sînorê Iraqê de ya Haşdî Şabî û di sînorê Lubnanê de jî tevgera Hîzbullah zêde bûye.

Xebatên peymana entegrasyonê ya ku di 29’ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Demkî ya Şamê de hatibû destpêkirin, tên kirin. Pêvajoya entegrasyonê berdewam dike, tê îdiakirin ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê dixwaze bi xalên nû zexta leşkerî û siyasî zêde bike. Herwiha, di sînorê Lubnanê de tevgera Hîzbullah û di sînorê Iraqê de tevgera Haşdî Şabî balê dikişîne. Çavkaniyên li herêmê diyar dikin ku rêveberiya Şamê bi baweriyê ku HSD dê nekeve pevçûnekî leşkerî, tevdigere.
 
Li gorî çavkaniyan, rêveberiya Şamê di bin navê “yekitiya artêşê” de hewl dide hinek nav û mercên ku HSD qebûl nake, ferz bike. Lêbelê dema mirov li rewşa leşkerî ya li qadê dinêre, tê gotin ku hêzên li derdora herêmên Rêveberiya Xweser sînordar in. Bi taybetî li derdora Til Berak û Til Hemîsê HTŞ ne çalak e û li hinek gundan ewlehî ji aliyê xelkê herêmê ve tê parastin. Tê îdiakirin ku komên girêdayî Şamê piranî berê xwe dane sînorê Iraqê û li wir li dijî hêzên Haşdî Şabî amadekariyan dikin. Ji ber vê yekê, di plansaziya leşkerî ya niha de xeta eniyê ya HSD’ê ne di nava planên sereke de ye.
 
HEVSENGIYÊN HERÊMÎ
 
Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku komên girêdayî Şera, li qadê piranî ji komên eşîran pêk tên. Tê nirxandin ku ev rewş dikare di şerekî gengaz ê berfireh de bandorê li hevsengiya leşkerî bike. Ji aliyê din ve, tê destnîşankirin ku geşedanên li herêmê tenê bi Sûriyeyê sînordar nîn in, aktorên wekî Îran, Tirkiye û DYA jî pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Çavkanî diyar dikin ku binpêkirinekî gengaz a agirbestê dikare hevsengiyên herêmî têk bibe.
 
ÎDIAYA HERÊMA EWLE
 
Li gorî agahiyên ji qadê hatine wergirtin, tê îdiakirin ku li ser xeta sînorê Iraqê, li derdora Rebîa û Til Koçerê, di nav axa Iraqê de plansaziyek ji bo avakirina “herêmekî ewle” ya bi kûrahî 25 heta 50 kîlometreyî heye. Tê gotin ku armanca sereke ya vê planê dabînkirina ewlehiya sînorê Tirkiyeyê ye. Tê îdiakirin ku ji bo sînorê Îranê jî plansaziyekî bi vî rengî tê nîqaşkirin, lê ev yek ji bo piştî qelsbûna Îranê an jî guherîna hevsengiyên herêmî hatiye hiştin.
 
KOMÊN LI SER XETA SÎNOR
 
Tê diyarkirin ku komên leşkerî ya li ser xeta sînor ji van koman pêk tê:
 
Yekineyên têkoşîna dijî qaçaxçîtiyê, parêzvanên sînor (Heres el-Hudûd), yekîneyên artêşê û hêzên piştgiriyê yên nû hatine sewqkirin, hêzên eşîran û şervanên biyanî. Çavkanî dibêjin ku hêzên eşîran li herêmê bi bandor in lê rola wan a di nava artêşê de ne zelal e.
 
TEVGERA LI SER XETA SÎNOR
 
Tê ragihandin ku rojên dawî li ser xeta sînor tevgerekî leşkerî heye. Tê diyarkirin ku li gundewarê Dêrazorê li derdora Baxozê û li derdora Çiyayê Şengalê hêzên Haşdî Şabî amade ne. Ji aliyê din ve, hat ragihandin ku artêşa Iraqê jî li ser xeta sînor tevgerekî berfireh a leşkerî daye destpêkirin. Hat diyarkirin ku piştî êrişekî li parêzgeha Besrayê, geşedan rû dane. Li gorî îdiayan, balafirekê bêmirov a DYA’yê, baregeha Haşdî Şabî ya di nava santrala ceyranê ya Harîseyê de kiriye hedef. Hat ragihandin ku piştî êrişê li gelek bajarên Iraqê ceyran qut bûye. Li dijî vê, tê îdiakirin ku balafirekî bêmirov a girêdayî Îranê jî baregeha DYA’yê ya di nava Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê de kiriye hedef. Di heman saetan de hat ragihandin ku li Hewlêrê jî dengekî bilind ê teqînê hatiye bihîstin.
 
ENDAMÊN HTŞ’Ê LI SÎNORÊ LUBNANÊ HATIN BICIHKIRIN
 
Piştî van bûyeran, hat îdiakirin ku endamên HTŞ’ê bi giranî ji xeta sînorê Iraqê vekişiyane û li şûna wan komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê hatine bicihkirin. Çavkaniyan diyar kir ku beşek zêde ya endamên HTŞ’ê sewqî başûrê Sûriyeyê û sînorê Lubnanê hatine kirin. Tê îdiakirin ku bi vê pêvajoyê re hemwext, hinek komên eşîran jî li nuqteyên sînor hatine bicîkirin û bi taybetî li herêmên tampon amadekariyên operasyonên leşkerî têne kirin.
 
MA / E. Pejder Altan