NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Ofîsa Îsraîlê ya Weqfa Rosa Luxemburg Donia Abbasê diyar kir ku 8’ê Adarê ne pîrozkirinek e, roja redkirina dagirkerî û serweriyê ye ku dixwazin paşeroja wan diyar bikin û got: “Peyama ku ji pergala baviksalar a heyî re tê dayîn ev e; rewabûn li ser serdestiyê nayê avakirin. Ewlehî cihê wekheviyê nagire.”
Di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ê jinên li seranserê cîhanê dê di heman demê de ji bo wekhevî, azadî û cîhanekî bêşer li qadan bicivin. Zêdebûna mîlîtarîzasyonê bûye yek ji mijarên sereke ku hem zemîna nîqaşên giştî hem jî jiyana rojane ya jinan diyar dike. Di bin sîya polîtîkayên şer û ewlehiyê de, jin û rêxistinên femînîst daxwazên xwe yên aştiyê û wekheviyê diqîrin. Jinên ku têkoşîna Rosa Luxemburg a ku yek ji mîmarên 8’ê Adarê ya li dijî şer û mîlîtarîzmê dewr girtine, bi biryardarî rêya xwe didomînin.
Em bi Rêvebera Projeyê ya Ofîsa Tel Avîvê ya Weqfa Rosa Luxemburg (RLS) Donia Abbas re derbarê 8’ê Adarê de axivîn.
HIŞMENDIYA RIZGARIYÊ YA KU JINAN DIGEHÎNE HEV
Donia Abbasê destnîşan kir ku kûrewîbûna 8’ê Adarê ne "pîrozkirina saziyî ya jintiyê" ye, lêbelê têkoşînekî enternasyonalîst e ku bersivê dide kapîtalîzmê ya ku keda jinan îstîsmar dike û ev tişt got: “Sermayeya kûrewî û pergalên baviksalar ên ku jinan diçewisînin pasaporta wan tune ye. Roja Jinan a Cîhanê tu carî wekî rojekî sembolîk nehat sêwirandin. Wekî roja têkoşînê ya navneteweyî hat sêwirandin. Hêza wê di karakterê wê yê dualî de ye. Helwesta siyasî ya hevpar û gelek daxwazên xwecîhî ye. Li vir jinek ji bo mûçeyê têdikoşe, li wir jinek ji bo perwerdehiyê, li cihekî din jinek ji bo rizgarbûna ji dagirkerî an kontrola desthilatdar têdikoşe. Ev ne têkoşînên cuda ne, îfadeyên cuda yên heman pergala serdestiyê ne. Pirs ne ev e ku em ê çawa beşdarî pergala neadil bibin; pirs ev e ku ev pergal divê çawa werin guhertin? Tiştê ku jinan dike yek ne xwişktiyekê razber e, hişmendiya rizgariya kolektîf e. Heya ku dagirkerî, îstîsmar, şer û xizanî jiyana hinek jinan diyar bike, azadiya yên din tenê xeyalek e ku meriv pê xwe dixapîne.”
8’Ê ADARÊ SIYASETA MAFÊN DEMOKRATÎK E
Donia Abbasê anî ziman ku pergal karê xwedîkirinê, mayîna li ser pêyan û xurtbûna hestiyarî kiriye para jinan lê wan tu carî wekî hêzekî siyasî nas nake û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê kevneşopiya greva femînîst ewqas girîng e. Pênaseya ‘kar’ ji mûçeyê berfirehtir dike. Xwedîkirin, zayîn, mayîna di nava jiyana civakî û têkoşîna li dijî tundiyê wekî karên ku di navenda xebata civakan de bi taybetî di demên krîzê de cih digirin pênase dike. 8’ê Adarê, bi wateya biçûkxistinê ne ‘siyaseta nasnameyê’ ye. Ev siyasetekî şênber e ku bi xurek, stargeh, mûçe, ewlehî, xweseriya laş, koçberî û mafên demokratîk ên ji bo mercên jiyanê ve girêdayî ye.”
Donia Abbasê diyar kir ku têkoşîna jinan li gorî ruhê Rosa Luxemburg di xwezaya xwe de enternasyonalîst e û pênaseya ewlehiyê ya ku li ser bingeha hêza artêşan an zihniyeta rewşa awarte ya domdar tê kirin, red dike û got: “Ewlehiya rastîn civakî ye. Bi xizmetên tenduristiyê, perwerdehiyê, rûmeta aborî û beşdariya demokratîk tê pîvandin. Ji ber vê yekê 8’ê Adarê peyamekî zelal dide; jin êdî nabin bingeha bêdeng ku pergalên şer û împaratoriyê li ser pêyan digirin. Heke di demên krîzê de ji me tê hêvîkirin ku em civakê li ser pêyan bigirin, di demên veguhertinê de jî mafê me heye ku em paşeroja wê ava bikin.”
QADA DEMOKRATÎK TENG DIBE
Donia Abbasê destnîşan kir ku 8’ê Adarê di bin siya şer de, nexasim li Rojhilata Navîn, tê pêşvazîkirin û got ku şer ne "pêwîstiyek" e lê "hilbijartinek" e û ji aliyê serkirdeyên ku dixwazin hêza xwe xurt bikin ve tê domandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tiştê ku ez dibînim ev e têgeha ‘ewlehî’ bi hêsanî dibe zimanekî ku tundiyê zêdetir rewa dike. Qada demokratîk teng dibe. Rexneyê rewabûna xwe winda dike. Tirs dibe çavkaniyekê siyasî. Di bin van şert û mercan de meylên otorîter kûr dibin û mîlîtarîzasyon ji û ve jiyana siyasî disêwirîne. Dema ku di nav vê rastiyê de dijîm, ne tenê bêewlehiya fîzîkî ya şer, di heman demê de hebûna berdewam a dagirkeriyê ya ku di navbera rageşiyan de winda nabe jî diceribînim. Jinên li vir vê zihniyetê red dikin û di bin zextên giran de xwe birêxistin dikin. Têkoşîna wan li dijî dagirkeriyê derdikeve, li hemberî helwesta serwer li ber xwe dide û daxwaz dike ku hesab ji pergalekê ku bi tirsê tê birêvebirin were pirsîn. Ev ne berxwedanekî sembolîk e. Di dema şer de 8’ê Adarê ne roja pîrozkirinê ye, roja redkirinê ye. Redkirina asayîbûna rageşiyê, redkirina qebûlkirina dagirkerî û rewşa awarte wekî mercên jiyanê û redkirina serweriya ku dixwaze paşeroja me diyar bike.”
RÊXISTINBÛNA JINAN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DERDIKEVE
Donia Abbas anî ziman ku rêxistinbûna jinan a îro ne ji bo beşdarbûna hebûna desthilatdariya heyî ye, lêbelê ji bo firehkirina qada siyasî ye û got: “Luxemburg hişyarî dabû li dijî her cûre siyaseta ku bi navê pêdiviyê dengê mûxalefetê dibire. Jin bi biryardarî diparêzin ku bi navê ewlehiyê demokrasî nikare heya demekî nediyar were rawestandin. Jin wekî hêzekî siyasî ya ku li dijî bikaranîna desthilatdariyê derdikeve, xwe birêxistin dikin.
Ev rêxistinbûn li dijî dagirkeriyê derdikeve. Torên piştgiriyê yên neteweperest û kontrola baviksalar red dikin, parastina hiqûqî, perwerdehiya siyasî ya femînîst û tifaqa di navbera civakan de ava dikin. Peyama ku ji pergala baviksalar a heyî re tê dayîn, ne banga exlaqî ya ji bo parastinê ye. Ev daxwazekî siyasî ye, rewabûn li ser serdestiyê nayê avakirin. Ewlehî cihê wekheviyê nagire û tu hikûmet dema ku qada beşdarî û mûxalefetê teng dike, nikare îdiaya otorîteya demokratîk bike. Di vê çarçoveyê de, têkoşîna jinan a îro nêrîna herî mayînde ya Luxemburgê ku dibêje ‘azadî divê kolektîf û li hemberî desthilatdariyê bêtirs be’ şênber dike.”
XEBATÊN WEQFÊ YÊN LI ÎSRAÎLÊ
Donia Abbasê qala xebatên RLS'ê yên li Îsraîlê kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “RLS weqfekî siyasî ye. Rola me xurtkirina perwerdehiya siyasî, analîza rexneyî û rêxistinbûna pêşverû ye, nexasim dema ku şer û helwestên serwer qada sîvîl teng dikin. Ji dêleva em xwe bi merasîmên bîranînê yên sembolîk sînordar bikin, em parastina binesaziya jiyana siyasî ya femînîst û pêşverû dikin. Em di nava pêkhateyên siyasî de bi rêxistinên jinan ên xwecîhî û înîsiyatîfên mîna Tevgera Jinên Demokratîk re hevkariyê dikin. Em piştgiriyê didin platformên medyayê yên serbixwe yên ku ji aliyê jinan ve têne birêvebirin wekî Scene 48, ji ber ku em dizanin dema mûxalefet tê tengkirin, qada vegotinê dibe qadeke şer. Herwiha em piştgiriyê didin rêxistinên femînîst ên wekî Isha L’Isha û înîsiyatîfên lêkolînê yên wekî Mada AL Carmel. Ev înîsiyatîf li ser mafên jinan, neheviya civakî û polîtîkaya dewletê analîzên hûrbînî hildiberînin. RLS, derveyî dabînkirina fînansekirinê, hewl dide qadekî siyasî ava bike. Ofîsa me her ku diçe dibe cîhekî hevdîtinê ji bo aktîvîstên pêşverû. Mayîna dengên rexneyî li dijî perçebûna bi şer kûr bûye, beşek ji berxwedana ye. Ji ber vê yekê xebatên RLS'ê yên di çarçoveya 8’ê Adarê ne li ser pîrozkirinê ne. Divê aktorên femînîst xwedî derfet û qadên pêwîst bin, da ku karibin destwerdanê li jiyana civakî bikin. Di demên şer de, parastina şert û mercên beşdariya siyasî bi serê xwe şêwazeî berxwedanê ye.”
MA / Hîvda Çelebî