Aîda ya ji Efxanistanê: Hêj xeyal, biryardarî û dengê protestoyê heye DOSYA

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Aîda ku tevî hemû zext û zilma Talîbanê dev ji têkoşînê bernedaye, got: “Heke em çîrokên xwe nêbêjin, dê yên din li şûna me bibêjin. Ez bawer dikim ku dê dengê me rojekê bibe sedema guhertinekî watedar.”

“Dibe ku em ji derve re girtî bin, lê di hundirê me de hêj xeyal, biryardarî û dengê protestoyê heye.” Ev gotin a rojnameger Aîda ye ku li Efxanistanê dijî. Aîda, li dijî zilma Talîbanê ya ku piştî 20 salan (15'ê Tebaxa 2021'an) carekî din desthilatdarî bi dest xist, dengê berxwedanê ye. Ew tenê yek ji wan jinên ku mafên wan ên herî insanî yên wekî xebat, xwendin û gerê hatine desteserkirin, heta stranbêjî, bi dengê bilind axaftin û derketina ber pencerê jî li wan hatine qedexekirin. Me ji bo ewlehiya wê navê wê wekî "Aîda" guhert. Aîda nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Jinan a Efxanistanê (AWNA) ye ku dengê jinên welêt digihîne cîhanê.
 
Aîda dema ku di sala sêyemîn a Fakulteya Rojnamegeriyê ya Zanîngeha Heratê de bû, mafê wê yê perwerdeyê ji aliyê Talîbanê ve hat astengkirin. Piştre di saziyên medyayê yên xwecîhî de xebitî û salekê nûçegihanî kir, lê ji ber sepanên Talîbanê neçar ma ku dev ji karê xwe berde. Em di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, bi Aîda re li ser têkoşîn û jiyana jinan a li Efxanistanê axivîn.
 
Piştî ku Talîban hat ser desthilatdariyê, jiyan ji bo jinan li Efxanistanê hîn dijwartir bû. Rewşa we çi ye?
 
Talîbanê berdewamkirina perwerdeya min qedexe kir. Ji bo ku ez ji bandora depresyon û îzolasyona li malê rizgar bibim, min bi serê xwe û bi kursên online dest bi hînbûna rojnamegeriyê kir û di saziyên medyayê yên xwecîhî de xebitîm. Mixabin, piştî ku ez salekê wekî pêşkêşvana nûçeyan xebitîm, ez ji ber qedexeyên Talîbanê neçar mam ku ji karê xwe derkevim. Nêzî pênc sal in ez bi saziyên cuda yên medyayê re dixebitin, ji malê bi awayê online dixebitim û piraniya dema xwe bi nivîsandina nûçeyan derbas dikim.
 
Bi hatina Talîbanê re min hîs kir ku ez "ji ezmên ketim". Tevî zehmetiyên aborî yên giran û nebûna kesekî ku debara malbata min bike, min bi salan xwe ji bo azmûna zanîngehê (Kankor) amade kir. Hêj tê bîra min, min nedikarî heqê akademiyê bidim û wan ez nedixistim polê, lewma ez li pişt pencerê disekinîm, min nîşe dinivisî û bi dizî ders dixebitîm. Wê demê jî min dev jê berneda. Ji bo pêşerojekî baş, ji bo xeyala xwe ya rojnamegeriyê û ji bo piştgiriya aborî ya malbata xwe min hewl da. Di encamê de, ez bi puanên bilind di Fakulteya Rojnamegeriyê de hatim qebûlkirin. Min xeyal dikir ku rojekê di saziyekî mezin a medyayê de bixebitim, lê desthilata Talîbanê bû desthilat û min hîs kir ku hemû hewldanên min bi xeyalên min re avêtine girtîgeheke tarî. Çar sal in ez hîs dikim ku tenê ji ber ku ez jin im, ez zincîrkirî me.
 
 
Ez ji xwe re dibêjim ku ez ê teslîm nebim. Rojekê dê wekî ku ez her tim hêvî dikim, roj hilê. Ez serî natewînim û têkoşîna xwe didomînim.
 
Her roj bi biryarnameyên nû û qanûnên nû, şopên jinan ji jiyanê tên paqijkirin. Hûn çawa têdikoşin?
 
Ez carinan karibim bixebitim jî, astengiyên Talîbanê ez xistim nava zehmetiyên aborî yên giran. Ez 23 salî me û berpirsiyariya malbatekî heft kesî li ser milê min e. Carinan ji ber astengiyên kar, ez nikarim heqê ceyran, av an jî perê nan bidim. Ji dema ku Talîban hatiye ser desthilatê, ez hîs dikim ku min ciwaniya xwe nejiyaye. Ez di 23 saliya xwe de wekî jinekê 70 salî ya ku ji ber êşan hilweşiyaye, hest dikim. Vegotina êşên di bin desthilata wan de dijwar û biêş e. Ez bi depresyonekî giran re têkoşiyam û carinan ez li ser xwekuştinê jî fikirîm. Dîsa jî, ez ji xwe re dibêjim ez teslîm nabim. Ez bi girtina dersên online, nivîsandina raporan û amadekirina materyalên nûçeyan berxwedana xwe didomînim.
 
Herî dawî qanûnên der barê sûcên li ser jin û zarokan derketin. Ev dê çawa bandorê li jinên welêt bike?
 
Divê mirov bibêje ku qanûna cezayê ya Talîbanê, lêdana jinan ji aliyê hevjînên wan ve bi awayekî fiîlî kiriye qanûn û mercên ku tundiyê zêde dikin afirandiye. Nêzîkatiyekî wiha bandorekê pir xerab li ser jiyan û ewlehiya jinan dike û dikare ji bo hemû civakê encamên zirardar bîne.
 
Xebata jinan bi mercên wekî nebûna kesekî ku di malê de bixebite an nebûna mêran di malê de tê sînordarkirin. Li welatekî ku aborî ewqas xerab de, jin çawa li ser pêyan dimînin?
 
Li Efxanistanê karê fermî ji bo jinan sînorkirî ye û gelek jin di nava mercek wiha de dijîn. Lêbelê, ji bo jiyanê li dû alternatîfan digerin. Hinek ji bo dahatek biçûk li malên xwe dest bi dirûtinê, çêkirina tirşî û rîçalê, nanpêjî, tevna xalîçeyan û karên destan dikin. Hinekên din jî bi çandinî, ajaldarî an jî firotina hilberînên piçûk di bazarên xwecîhî de debara xwe dikin. Li bajaran hin jin dersên taybet didin keçan an jî karên ciwankariyê li malê dikin. Herwiha gelek malbat girêdayî piştgiriya xizmên xwe, pereyên ku koçber dişînin an jî alîkariyên mirovî ne. Bi giştî, di aboriyekî wisa xerab de, jiyana jinan girêdayî keda wan a nefermî, piştgiriya malbatê û berxwedana wan a şexsî ye.
 
Berê agahî hebûn ku hin malbat keçên xwe difiroşin. Gelo ev rast in? Malbat çima vê dikin?
 
Raporên salên dawî nîşan didin ku li hin herêman malbat ji bo perê an jî ji bo dayîna deynên xwe, keçên xwe yên ciwan difiroşin an jî dizewicînin. Ev bi piranî di bin navê zewaca bi zorê an nîşanê de pêk tê, lê di pratîkê de ev wekî danûstandinekî aborî ye. Sedema bingehîn a vê diyardeyê xizaniya giran û krîza aborî ye. Gelek malbat bi bêkarî, deyn û birçîbûnê re rûbirû ne û dema rêyekê din a dabînkirina hewcedariyên xwe nabînin, biryarên wiha biêş didin. Çareserî ne di zewacên bi zorê de, lê di avakirina çavkariniyên aborî ya malbatan û dabînkirina mercên perwerdeyê de ye.
 
 
Heke em çîrokên xwe nêbêjin, dê yên din li şûna me bİBêjin. Tevî tirsê min nivîsandin hilbijart, ji ber ku ez bawer dikim ku dê dengê me rojekê bibe sedema guhertinekî watedar.
 
Wekî jin û rojnameger, hûn li Efxanistanê çawa li ser pêyan dimînin? Karê ku hûn dikin mişt bi xetereyên mezin in. Çima hûn di vî karî de bi israr in?
 
Ez her roj di nava tirs û bêewlehiyê de dixebitim. Ez dizanim ku ev pîşe ji bo min pir bi xeter e, ji gefan bigire heta metirsiya girtinê. Carinan ez di xebatê de rûbirûbûna mirinê hest dikim. Lêbelê tevî van tirsan ez bêdengiyê red dikim. Sedem zelal e; ez dengê wan jinên ku dengê wan hatiye birîn im. Dema jinên welatê min ji perwerde, kar û heta ji hebûnekê hêsan a di civakê de bêpar têne hiştin, bêdengiya min tê wateya qebûlkirina vê bêdengiyê. Ji bo ez êş, berxwedan û hêviyên wan nîşanê cîhanê bidim, dixebitim. Dibe ku ev rê xeternak be, lê ez bawer dikim ku ji bo rastiyan ev xeter hêja ye. Heke em çîrokên xwe nêbêjin, dê yên din li şûna me bêjin.
 
Ji bo 8ê Adarê peyameke we heye? Hûn dixwazin ji jinên welatên din re çi bibêjin?
 
Ji bo min 8'ê Adarê ne tenê rojekî sembolîk e, roja bibîranîna wateya rastîn a berxwedan û hêviyê ye. Di serdemekê de ku jinên Efxan ji mafê perwerde û xebatê bêpar in, ev roj nîşaneya berxwedêriyê ye. Ez ji jinên li welatên din re dibêjim; azadî û derfetên ku îro di destê we de ne, encama têkoşîna dirêj a jinên beriya we ne. Van destkeftiyan biparêzin û bibin dengê jinên ku şansê wan ê axaftinê tune ye. Piştgiriya we dikare dîwarên bêdengiyê hilweşîne.
 
Herwiha ez ji jinên li welatên din û saziyên navneteweyî daxwaz dikim ku ji bo perwerdeya keçên Efxan derfetên piştgiriyê biafirînin. Perwerde ji bo me ne tenê mafek e, amûra serxwebûnê û tenê hêviya me ya ji bo avakirina pêşerojekî baştir e. Em dilovaniyê naxwazin, em derfetan dixwazin. Ez bawer dikim ku heke derfetên me hebin, em dikarin pêşeroja xwe ava bikin. 8'ê Adarê ji bo min roja nûkirina peymana min e. Tevî hemû astengiyan ez hîna li ser pêyan im, hêj hîn dibim û hêh hêvî dikim ku rojekê dê roja azadiyê di jiyana hemû jinên Efxan de bibiriqe.
 
MA / Bêrîvan Kutlu
Nûçeyên Têkildar
Giliyê polîsên dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê hate kirin
Giliyê polîsên dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê hate kirin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Antalyayê, der heqê polîsên ku dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê serlêdana sûc kir.

Peyama jinên serhedî ya 8'ê Adarê: Ev sedsal sedsala azadiya me ye
Peyama jinên serhedî ya 8'ê Adarê: Ev sedsal sedsala azadiya me ye

Jinên Serhedî yên ku tevli şahiya 8'ê Adarê bûn diyar kirin ku daxwaza wan ew ê ku azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û gotin: "Heke em li berxwe bidin em ê azad bibin û azad bikin."

Jinên li gelek bajaran daketin qadên 8’ê Adarê: Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin
Jinên li gelek bajaran daketin qadên 8’ê Adarê: Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin

Jinên bi boneya 8’ê Adarê li gelek bajaran daketin qadan, peyama “Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin” dan.

Di mitînga Kadikoyê de ji bo jinên îranî peyam: Em bi we re ne
Di mitînga Kadikoyê de ji bo jinên îranî peyam: Em bi we re ne

Di mitînga 8’ê Adarê ya li Kadikoyê de ku bi hezaran jin tev li bûn, îşaret bi êrişên ser Îranê hate kirin û wiha hate gotin: “Jinên îranî bi sala ye li dijî rejîma molayan û hêzên emperyal-siyonîst têdikoşin û em bi têkoşîna wan re ne.”

Ji 8’ê Adarê wêneyên rengîn
Ji 8’ê Adarê wêneyên rengîn

Li gelek bajaran jinan 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê îroz kir. Di çalakiyan de dîmenên rengîn derketin holê.