NAVENDA NÛÇEYAN - Mafê hêviyê, bêyî cudahiya cureyê sûc an jî nasnameyê ji bo hemû kesên bi cezayê muebedê hatine cezakirin, wek standartekê gerdûnî îro li gelek welatên Konseya Ewropayê tê sepandin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), bi biryara xwe ya sala 2014’an, cezayê muebeda giran a bêyî derfeta berdana bi şert ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû birîn, li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) dît. DMME’yê diyar kir ku cezayê muebeda giran, binpêkirina xala 3’yemîn a peymanê ye ku îşkence û sepanên xirab qedexe dike. Ev biryara ku bi navê “Ocalan 2” hate naskirin, piştre ji bo girtî Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî hat dayîn. Bi vî rengî, mafê navborî kete rojeva Tirkiyeyê.
Mafê hêviyê, tevî ku rasterast wekî mafekî nivîskî nehatibe diyarkirin jî, bi hin belgeyên navneteweyî dibe xwedî bingehekê xurt. DMME’yê dema ku "qedexeya îşkence û sepanên dermirovî an jî bêrûmetkirinê" verast kir, di biryarên Vinter û Yên Din û Ocalan (No.2) de mafê hêviyê ji vir afirandiye.
Di biryarên Rêgezên Mandela, Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (CAT) û Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê (HRC) de jî rasterast qala mafê hêviyê nayê kirin. Lêbelê tê destnîşankirin ku “rejimên înfazê yên dibin sedema bêhêvîtiyê” bi qedexeya îşkenceyê re li hev nayên.
MÎNAKA ALMANYAYÊ
Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal a Almanyayê, di biryara xwe ya sala 1977’an de ku tê de cezayê muebeda giran lêkolîn dike, diyar kir ku ragirtina hikumxwarekî di girtîgehê de heta mirinê, bêyî ku tu nirxandinek were kirin ne li gorî rûmeta mirov e. Dadgehê destnîşan kir ku divê rûmeta mirov ji aliyê dewletê ve bi awayekî mutleq were parastin, ji ber vê mafê dewletê nîne ku kesekî veguherîne rewşekî “bêhêvî û ji civakê heta hetayê hatiye dûrxistin” û biryar da ku ev rewş li dijî qanûnê ye. Di vê çarçoveyê de, ji bo her kesê ku cezayê muebeda giran xwariye, piştî 15 sal temam kirin, nirxandina jinûve wekî pêwîstî hat destnîşankirin.
ÎÇTÎHADÊN DMME'YÊ
Di PMME’yê de mafê hêviyê wekî mafekî serbixwe cih nagire. Bi îçtîhada DMME’yê ev maf di çarçoveya xala 3’yemîn a peymanê de (qedexeya îşkence û sepanên dermirovî an bêrûmetkirinê) hatiye cîbicîkirin. Dadgeh vî mafî bi erka parastina rûmeta mirovî ya kesên bi cezayê muebedê hatine cezakirin ve girê dide. Li gorî DMME’yê, sîstemekî ku di dema înfaza cezayê de tu carî îmkana azadiyê nade, ne li gorî rûmeta mirovî ye û ev rewş xala peymanê ya têkildar binpê dike.
3 QONAXÊN MAFÊ HÊVIYÊ
Di vê çarçoveyê de, îçtîhada DMME’yê ya der barê mafê hêviyê de di 3 qonaxan de pêş ket; biryara Kafkaris a ku tê de rêgezên bingehîn hatine ravekirin, biryara Vinter û Yên Din û biryarên bi sernava Ocalan No.2, Kaytan, Gurban û Boltan ên têkildarî tespîtkirina pirsgirêkên sîstematîk.
Biryara Kafkaris/Qibris: Gava yekem a avakirina darazê ya mafê hêviyê, di biryara DMME’yê ya Kafkaris v. Qibris de hat avêtin. Serlêdêr îdia kiribû ku cezayê muebedê di pratîkê de nayê kêmkirin; dadgehê jî tespît kir ku di rejîma înfazê ya Qibrisê de bi teorîk îxtîmala berdana bi şert heye, lê sepan ne zelal e û nayê pêşbînkiirn. Ev biryar ji ber ku gava yekem a destnîşankirina mafê hêviyê dihewîne biryarekî girîng e.
Biryara Vinter û Yên Din/Îngîltere: Di biryara Vinter de ku bingeha îçtîhada mafê hêviyê pêk tîne, hat diyarkirin ku cezayê muebedê bi tena serê xwe xala 3’yemîn binpê nake, lê dema ku dibe cezayekî bêpar ji bo kêmkirinê, ew ne li gorî biryara qedexeya sepanên dermirovî û bêrûmetkirinê ye. Di vê biryarê de DMME’yê destnîşan kir ku divê kêmkirin hem di qanûnê de hem jî di pratîkê de hebe. Herwiha wekî standartekê hat diyarkirin ku divê nirxandina dubare li ser mekanîzmayekî rastîn, gihîştbar, birêkûpêk û şefaf be. Dadgehê 25 sal wekî xala referansê diyar kir ku divê herî dereng di vê demê de nirxandin were kirin.
Biryarên Tirkiyeyê (Ocalan 2, Gurban, Boltan, Kaytan): Ji bo Tirkiyeyê, mijara îçtîhada mafê hêviyê biryara Ocalan (No. 2) ya sala 2014’an e. Dadgehê tespît kir ku di hiqûqa înfazê ya Tirkiyeyê de ji bo kesên muebeda giran xwarina di pratîkê de derfeta berdana bi şert nîne, mekanîzmayên îstîsnaî yên wekî efûya serokkomar an efûya parlamentoyê ji ber nezelalî û teqdîra siyasî, nikarin cihê mafê hêviyê bigirin. Ji ber vê yekê biryar da ku Tirkiyeyê xala 3’yemîn binpê kiriye. Ev biryar nîşan da ku rejîma muebeda giran li Tirkiyeyê ne pirsgirêkekî takekesî, lê pirsgirêkeke binyadî ya mafên mirovan e. DMME’yê di salên 2015, 2016 û 2019’an de ji bo Kaytan, Gurban û Boltan jî heman biryar dan.
STANDARTÊN KU DMME'YÊ DIYAR KIRINE
Şertê kêmkirinê: Cezayên muebedê tenê dema ku bi hiqûqî û bi pratîkî werin kêmkirin an nirxandin, bi PMME’yê re ahengdar e. Ji bo vê yekê îxtîmalekî xwerû teorîk têr nake.
Rêgeza 25 salan û nirxandina periyodîk: Di biryara Vinter de dadgehê wekî xala referansê diyar kir ku divê cezayên muebedê herî dereng piştî 25 salan werin nirxandin.
Gerdûnîbûn: Mafê hêviyê, ji bo hemû kesên cezayê muebedê girtine standartekî gerdûnî ye.
Naveroka mekanîzmayê: Pêvajoya nirxandinê divê guherînên girîng ên di jiyana şexs de û kapasîteya wî ya vegera li jiyana civakî li ber çavan bigire.
Kêmasiya efûya serokkomar an mekanîzmayên siyasî: DMME destnîşan dike ku amûrên siyasî û îstîsnaî yên wekî efûya serokkomar, ji bo mafê hêviyê baweriyekî têr nahewînin.
Temînatên esasî: Divê ji şexs re temînatên wekî beşdariya çalak a di pêvajoyê de, alîkariya hiqûqî, biryara bi hincet û kontrola edlî werin dabînkirin.
LI EWROPAYÊ VERASTKIRINÊN MAFÊ HÊVIYÊ
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) ku berpirsiyarê şopandina sepandina biryarên DMME’yê ye, piştgirÎ dide mîsogerkirina vî mafî. Bi giştî, di gelek welatên endamên Konseya Ewropayê de verastkirinên ku mafê hêviyê nas dikin, di meriyetê de ne.
Hin mînak wiha ne:
Qraliyeta Yekbûyî: Rejîma “whole life order” a ku dihat sepandin, bi biryara Vinter ji aliyê DMME’yê ve li dijî PMME’yê hat dîtin. Reformên ku piştî biryarê hatin kirin di biryara Hutchinson de hatin nirxandin û têr hatin qebûlkirin. Ev mînak nîşan dide ku dadgeh di nava 25 salan de mekanîzmaya nirxandinê wekî standartekî bingehîn qebûl dike.
Almanya: Pergalek ku piştî 15 salan nirxandina cezayên muebedê pêşbînî dike heye. Ev pergal ji ber pîvanên kontrola birêkûpêk û pêşbîniyê, bûye mijara nirxandina erênî ya DMME’yê.
Fransa: Piştî demên infaza di navbera 18 û 22 salan de diguherin, nirxandinekî darazî tê kirin. Di biryara Bodeinê de dadgehê destnîşan kir ku di sîstema Fransî de sepandina 'muebeda rastîn' pir kêm tê sepandin û ev yek bi awayekî fiîlî tê wateya qebûlkirina mafê hêviyê. Di heman demê de, wê daxwaza Ewropayê ya ku dibêje 'divê ceza piştî 25 salan ji nû ve were nirxandin' jî piştrast kiriye.
Lîtvanya: Piştî biryara Matiošaitis pergala xwe ji nû ve verast kiriye; piştî 20 salên înfazê, mekanîzmayekî nirxandinê ya periyodîk, şefaf, li ser bingeha biryaran û ji kontrola edlî re vekirî xistiye meriyetê.
Slovakya: Reformên binyadî yên ku daxwazên mafê hêviyê pêk tînin pêk anîne; piştî 25 salan pêvajoyekî nirxandina darazî ava kiriye ku hem ji aliyê girtî ve hem jî ji aliyê kesên sêyemîn ve serlêdan dikare were kirin.
Hollanda: Pêvajoyekî lêkolînê ya bi qonax a piştî 25 salan û serlêdana efûyê ya di sala 27’an de çarçoveyek pêşbînî kiriye. Ji ber ku biryar girêdayî nirxandina rêveberiyê ne, pergal ne şefaf e û pratîka berdanê gelekî kêm maye, tê rexnekirin.
Di vê nûçeyê de, ji rapora Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) ya bi navê “Di Hiqûq û Pratîkê de Rewşa Mafê Hêviyê li Tirkiyeyê: Rejîma Înfaza Muebetda Giran” ku di Sibata 2026’an de hatibû weşandin, sûd hatiye wergirtin.
Sibê: Rewşa li Tirkiyeyê
MA / Dîren Yurtsever