Ji New Yorkê heta Dilovasiyê pergala baviksalariyê: Jin bi hev re bihêz in
Tiştê ku jinên li New Yorkê û jinên li Dilovasiyê ber bi mirinê ve birin; pergala baviksalarî, bêkontrolî, bêqîmetkirina kedê û polîtîkaya bêcezahiştinê bû. Xwişka Şengul Yilmaz a ku di şewata li Yalovayê de jiyana xwe ji dest da Emîne Bulutê got: “Em jin ger em bibin yek em ê bihêz in.”
Dê Sûriye li dema şerê navxweyî bigere! - ANALÎZ
Dorpêça li ser Kobanê, çalakiyên eşirên Reqa, Dêra Zorê û Tebqayê li dijî zext û zordariya aborî, dagirkeriya Îsraîlê li başûr û nezelaliya şerê li ser sînorê Iraqê hemû dibe ku Sûriyeyê ber bi wêdeyî şerê navxweyî ve bibin.
Li Dêrazorê bêbawerî û xizanî zêde dibe ANALÎZ
Li Dêrazorê ya ku ketiye bin kontrola HTŞ’ê, çavkaniyên petrol û aboriyê tên talankirin, di nava gel de jî bêbawerî zede bûye û gel li dijî xizaniyê têdikoşe.
Performansa Kurdî ya şaredariyên DEM Partiyî: Ji 62 şaredariyan tenê 2'yan jê kreş vekirin DOSYA - 3
Performansa du salan a şaredariyên DEM Partiyê ya der barê zimanê Kurdî de ji kampanyayên hişyarkirinê wêdetir neçûye. Ji 62 şaredariyan, tenê 2 şaredariyan kreşên pirzimanî vekirine, 46 ji wan malperên yekzimanî hene û gelek ji wan Kirmanckî wekî zimanekî cuda dibînin. Me lîsteyek ji sozên ku hatine bicihanîn û yên ku nehatine bicihanîn berhev kir.
Li gelek deran Kurd hene lê komeleyên Kurdî fêr bikin tune ne DOSYA - 2
Hejmara komeleyên ku ji bo pêşxistin û fêrkirina Kurdî dixebitin têrê nake. Li herêmên Çukurova û Akdenîzê û li bajarên wekî Mêrdîn, Îdir, Qers, Colemêrg û gelek bajarên din komeleyên Kurdî tune ne.
'Zimanên Zindî' yên li Tirkiyeyê li ber mirinê ne DOSYA - 1
Hinceta "bekayê" ya desthilatan, cîhanê veguherand goristana zimanan. Li Tirkiyeyê ku tenê zimanê Tirkî, zimanê perwerdehiyê ye, 15 ziman li ber mirinê ne. Xala 42'yan a Destûra Bingehîn astengiyê datîne ber perwerdehiya bi zimanê dayikê. Ligel vê, hejmara mamosteyên Kurdî yên tayinkirî, hejmareke pir biçûk e.
Di Konferansa Munîhê de nîqaşê ewlehiyê
Ajansa Welat, di nûçeyeke xwe ya analîzê de îşaret bi hûrgiliyên 62’yemîn Konferansa Munîhê kir û diyar kir ku hem civîn, nîqaş û hevdîtinên li konferansê hem jî çapemeniya cîhanê pêvajoya heyî wek serdema qutbûna têkiliyên transatlantikê şîrove dike.
Aldar Xelîl: Bi komployê xwestin li Rojava şerê gelan bidin destpêkirin
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku piştî 27 salan, bi rêya komployekî mîna komploya navneteweyî li Rojava paradîgmaya "Neteweya Demokratîk" kirin hedef û got: "Xwestin Kurd û Ereban berdin hev. Heke ev lîstik bi ser biketa, dê şerekî 100 salan dest pê bikira."
Li Dêrazorê ku di bin kontrola HTŞ'ê de ye çi diqewime?
Rêveberiyên herêmî yên li Dêrazorê, di bin navê “bacê” de pergala xeracê xistiye meriyetê û çeteyên sûcê hatine berdan. Vê rewşê jî rê li ber hêrsa gel vekir.
Kesên li dijî komployê pêşengiya berxwedanê kirin
Berteka herî xurt a li dijî komploya navneteweyî ya li hemberî Abdullah Öcalan ku niha di sala xwe ya 27'an de ye, çalakiyên "Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin" bûn.
Ocalan komployê vedibêje: Ez li pêşberî hesabên hegemonîk ên 200 salî asteng bûm
Abdullah Ocalan di mijara komploya navneteweyî ya ku ketiye sala 27'emîn de, balê dikişîne ser “xeta NATO-Gladyo” û destnîşan dike ku sedema herî girîng a komployê ew e ku "ez li pêşiya hesabên hegemonîk ên du sed salan ên li ser Rojhilata Navîn, wekî astengiyeke cidî derketibûm holê."
Li Efrîn û Helebê sepanên dermirovî zêde dibin
Li taxên Kurdan ên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û li Efrînê, sepanên girtin, îşkence, qetilkirin, koçberkirin û desteserkirina mal û milkê gel ên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk zêde dibin. Bi van êrişan, avadaniya civakî ya gelê Kurd hedef tê girtin.
Li Dêrazorê şerê petrolê kûr dibe: Gefên li dijî eşîran û şaneyên veşartî
Li Dêrazorê aloziya li ser kontrolkirina çavkaniyên petrolê ya di navbera eşîran û HTŞ’ê de kûr dibe. Li rexekî HTŞ’ê gef li eşîran dixwe, li hêla din alîgirên DAIŞ’ê bîrên petrolê dişewitînin û li hêla din jî bi destwerdana komên girêdayî Tirkiyeyê re rewş ber bi teqîneke mezin ve diçe.
Ji Rojava bo hemû Kurdistanê: Yekitiya neteweyî û siberojeke hevpar
Êrişên li ser Rojavayê ne tenê dihêlin ku Kurd wekî kirdeyeke siyasî ya kolektîf derkevin holê, di heman demê de nîşan didin ku ev kirdebûn, bêyî piştgiriya yekitiya neteweyî nikare domdar be. Bertekên ku li seranserê Kurdistanê belav dibin, nîşan didin ku divê her du pêvajo bi hev re bimeşin.
Tiştên li Helebê diqewimin û hesabên Şamê
Di pêvajoyeke wiha de ku her du alî li ser Peymana 10'ê Adarê nêzî lihevkirinê bûn, konsepta ku li Helebê hat pêkanîn, careke din nîşan da ku Kurd ne hedefeke hêsan in. Lêbelê, îhtimala ku Şam, li gorî daxwazên Enqereyê tevbigere û li deverên mîna Reqayê jî heman tiştan provakasyonan biceribîne zêde ye.