Lijneya Giştî ya TMMOB’ê: Desthilatê temenê xwe yê siyasî temam kirî

Parve bike:

ENQERE - Serokê Giştî yê TMMOB’ê Emîn Koramaz diyar ku destilatê temenê xwe yê siyasî ji mêjve temam kirî û got: “Li aliyekî axaftinên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dike, li aliyê dî biryarên AYM’ê nasepîne.” 

 
Yekitiya Odeya Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB), li Navenda Çandê ya Kocatepe ya navçeya Çankaya ya Enqereyê 49’emîn Lîjneya xwe ya Giştî li dar xist. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, Serokwekîlê Koma CHP’ê Gokhan Gunaydin, Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu û gelek endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tevlî Lîjneya Giştî bûn. Lîjneya Giştî ya TMMOB’ê dê 3 rojan bidome.
 
Serokê Giştî yê TMMOB’ê Emîn Koramaz ku di Lîneya Giştî de axivî di serî de salvegera berxwedana Geziyê silav kir û got ku zexta desthilata AKPê li dijî rojnameger, partiyên siyasî û xwendekaran berdewam dike.
 
‘BIRYARÊN AYM’Ê NASEPÎNE’
 
Emîn Korkmaz biryara betelkirina teqez a li dijî CHP’ê jî weke darbe bi nav kir û wiha got: “Li aliyekî axaftinên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dike, li aliyê dî biryarên AYM’ê nasepîne. Desthilat ji bo hilbijartin nebin çi ji destê wan tê dike. Sepanên li dijî HDP’ê niha li dijî CHP’ê tên meşandin. Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hê jî dîl tên girtin. Tevî pêvajoyê jî zext berdewam dikin. Niha jî şaredarên CHP’ê tên girtin.”
 
Piştrê jî peyama siyasetmedarê girtî Can Atalay ku ji Lîjneya Giştî re şandibû hat xwendin.
 
Serokwekîlê CHP’ê Gokhan Gunaydin jî bi lêv kir ku sepanên der hiqûqî yên li dijî CHP’ê di heman demê de li dijî demokrasiya Tirkiyeyê ne jî û wiha got: “Dixwazin qeyûm biavejin ser şaredariyên DEM Partî û CHP’ê. Rapora komîsyonê bi cih neanîn. Dixwazin pêvajoyê dirêj bikin û muxalefetê teslîm bigirin.”
 
‘ÊRIŞÊ TÊKOŞÎNA ME YA HEPAR HEDEF GIRT’
 
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî destnîşan kir ku sepanên zextê û taritî bi têkoşîneke hevpar dikare bi dawî bibe û ev tişt anîn ziman: “11 sal berê di 5’ê Hezîranê de êrişa li dijî mitînga HDP’ê di heman demê de têkoşîna me ya hevpar a wekhevî û azadiyê hedef girt. Têkoşîna ked, demokrasî û aştiyê ji hevdû nayê cuda kirin. Dema li cihekî aştî û demokrasî tune be metîngerî berdewam dike. Çareseriya pirsgirêka Kurd ne tenê destkêftiya Kurdan e. Demokratîkkirina komarê bi têkoşîna me ya hevpar pêkan e. Helwesta me şênber e. Em tu car dev jî têkoşîna ked, demokrasî û aştiyê bernadin.”
 
Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş jî diyar kir ku li dijî zextan hewcehî bi rêxistinbûyineke şoreşgerî heye.
 
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan jî destnîşan kir ku ew dê li dijî sepanên desthilatê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Lîjneya TMMOP’ê dê heta 7ê Hezîranê bidome.