Li kesên koç kirine banga 'vegerin û hilberîna qozên hevrişimê bikin'

Parve bike:
AMED  - Fehîme Bozkurt ku li Pasûrê kurmên qozan xwedî dike, bang li welatiyên ku ji navçeyê koçî bajaran kirine kir ku vegerin ser axa xwe û vî karî bikin.
 
Li navçeya Pasûr a Amedê, hilberîna kurmên qozan ji bo niştecihan bûye çavkaniya debara jiyanê. Navçe di nav 52 bajaran de di hilberîna qozan de di rêza yekem de ye. Hilberîn ku di nîvê Gulanê de dest pê dike, heta dawiya Hezîranê berdewam dike. Kurm 35-40 rojan di odeyekê de dimînin û germahiya odeyê roleke girîng dilîze. Kurm ji çar qonaxan derbas dibin: qonaxên yekem, duyem, sêyem û çarem ên xewê. Di vê demê de, ew bi berdewamî pelên tûyê dixwin. Rastiya ku kurm hewce ne ku rojê sê caran pelên tûyê bixwin, pêvajoyê ji bo hilberîneran dijwar û zehmet dike, ji ber ku divê ew bi berdewamî pelan bistînin. Her pakêtek wan, li gorî lênêrîn û şert û mercan, bi qasî 50-60 kîlogram qozên şil dide.
 
Fehîme Bozkûrt ku kurmên hevrîşimê wekî "mucîzeyekî xwezayê" bi nav dike û 13 sal in vî karî dike, destnîşan kir ku qoz tevkariyeke baş li aboriya bajêr dikin. Her çend navçe hilberînerê pêşeng ê qozan be jî, ew dibêje ku Antalya û Bursa ew parêzgeh in ku lê tevnkirina hevrîşimê herî zêde pêş ketiye û tê kirin. Fehîme Bozkûrtê got: "Hilberînerên kurmên hevrîşimê yên li navçeyê bi gelemperî hewl didin ku bi firotina hilberên xwe ji Kozabirlik (Kooperatîfa Kurmên Hevrîşimê) beramberiya keda xwe bistînin."
 
'PELÊN TUYÊ TÊR NAKIN'
 
Fehime Bozkurtê destnîşan kir ku ji ber ku larvayên kurmên hevrîşimê pir biçûk in, ew pelên tuyê hûr dikin û di du hefteyên pêşîn de rojê sê caran bi wan didin xwarin. Fehîme Bozkûrtê bilêv kir ku ew di peydakirina pelên tuyê yên têr de ji bo kurmên hevrîşimê yên ku bi lez mezin dibin zehmetî dikişînin. Fehîme Bozkûrtê got: "Bi taybetî dema ku kurmên hevrîşimê ji xewa xwe ya sêyemîn û çaremîn şiyar dibin, em nikarin daxwaza pelên tuyê bicîh bînin. Em tevahiya rojê wan berhev dikin. Ji ber ku pelên tuyê diqedin, em neçar in ku wan ji deverên dûr berhev bikin."
 
Fehîme Bozkurtê destnîşan kir ku xelkê bajêr bi giranî beşdarî vê xebatê dibin û got: "Ev xebat bi salan e li navçeyê tê kirin. Piştre, ji ber pirsgirêkan, demekê hat rawestandin. Ev 6 sal in bi awayekî zêde tê kirin. Li navenda navçeyê û gundan tê kirin. Karekî zehmet e. Lêbelê, karekî baş e ji ber ku dem kurt e. Ji bo kesên ku ji bo xebatê çûne Stenbolê an bajarên din dê pir baş be ger vegerin vir û vî karî li ser axa xwe bikin. Em plan dikin ku her sal vê bikin."
 
MA / Fethî Balaman