RIHA - Sekreterê Hiqûqê yê Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Sitki Dehşet êrişa li Sêweregê ya ser dibistanê nirxand û got: “Ji dêleva ku hûn her tim bi cemaetan re protokolan çêbikin, tevdîrên ji bo ewlehiya kedkarên perwerdehiyê û xwendekaran bigirin.”
Li navçeya Sêwereg a Rihayê xwendekarekî berê yê Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Ahmet Koyuncu bi çek êrişî dibistanê kir. Sekreterê Hiqûqî yê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Rihayê Sitki Dehşet têkildarî mijarê axivî.
Dehşet anî ziman ku êrişkar bi hêsanî û serbestî diçe dibistanê û ev tişt got: “Di vê êrişê de êrişkar bi xwe jiyana xwe ji dest dide. 16 kes jî birîndar bûn. Ji van du heb hevalên me yên mamoste ne û du xwendekar jî bi giranî birîndar bûne. Niha li nexweşxaneyên cihê tên tedawîkirin. Metirsiya li ser jiyana wan didome. Ez ji wan re şifa xêrê dixwazim.”
Dehşet bal kişand ser daxuyaniya “bûyera şexsî” ya Waliyê Rihayê û wiha pê de çû: “Em vê yekê wek bûyerekê şexsî nanirxînin. Ev bûyer tenê yek ji êrişên sîstematîk e. Ger wiha berdewam bike, ev êriş dê li dijî kedkarên perwerdehiyê û xwendekaran zêde bin. Em wek Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê me ji bo xwendekar û mamosteyan pêşniyara tevdîrên ewlehiyê kiribû. Ji dêleva ku hûn her tim bi cemaetan re protokolan çêbikin, tevdîrên ji bo ewlehiya kedkarên perwerdehiyê û xwendekaran bigirin. Ger hûn nikaribin van tevdîran bigirin, dev ji kar berdin. Ewlehiya jiyana me kesê nîn e.”