Di sektora pîşesaziyê de hilberîn kêm dibe

Parve bike:
ENQERE - Li gor daneyên TUÎK'ê hilberîna pîşesaziyê di meha Çileyê ya sala 2026'an de hem salane hem jî mehane kêm bûye. 
 
Li gor daneyên Endeksa Hilberîna Pîşesaziyê ya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), di Çileya 2026'an de endeksa sektora pîşesaziya hilberînê ji edî 3.4 kêm bûye û endeksa sektora madenvanî û kanên keviran li gor meha borî ji sedî 2.1 kêm bûye. 
 
Hilberîna pîşesaziyê li gor Çileya sala borî di Çileya 2026'an de ji sedî 1.8 kêm bûye. Di sektorên din ên pîşesaziyê yên wekî madenvanî û kanên keviran de salane ji sedî 2.8 kêm bûne. Endeksa sektora pîşesaziyê ku piraniya hilberîna pîşesaziyê pêk tîne, ji sedî 2.5 kêm bûye. 
 
Her wiha endeksa hilberîna ceryan, gaz û buharê û belavkirina wan jî, ji sedî 5.6 zede bûye. 
Nûçeyên Têkildar
Li Geverê 998 kargeh hatine girtin
Li Geverê 998 kargeh hatine girtin

Serokê Odeya Pîşekar û Esnafan a Geverê Îrfan Sari diyar kir ku di çar salên dawî de li Geverê 998 kargeh hatine girtin û got: "Ev dîmen nîşan dide ku Tirkiye ne tenê ji hêla aborî ve, di heman demê de ji hêla civakî û siyasî ve jî têk diçe."

Esnafên Wanê: Ji bo aboriyê ji bilî aştiyê tu rêyên çareseriyê nînin
Esnafên Wanê: Ji bo aboriyê ji bilî aştiyê tu rêyên çareseriyê nînin

Dihat payin ku beriya meha Remezanê di bazara li Taxa Xaçortê ya Wanê hatibû danîn de esnaf ticareteke baş bikin. Lê ji ber krîza aborî û bêkariyê, esnaf nikarin tiştên xwe bifiroşin. Esnafan got: “Ji bo aboriyê, ji bilî aştiyê tu rêyên çareseriyê nînin.”