Di sektora pîşesaziyê de hilberîn kêm dibe
Li gor daneyên TUÎK'ê hilberîna pîşesaziyê di meha Çileyê ya sala 2026'an de hem salane hem jî mehane kêm bûye.
- 11:33
Dê li Meletiyê pergala parastina hewayî bê bicihkirin
MSB’ê ragihand ku dê di çarçoveya hevkariya bi NATO û şirîkên wê de li Meletiyê pergala parastina hewayî bicih bikin.
- 11:10
Serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dijîtal dest pê kir
Serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dijîtal ku ji hêla Konseya Bajar a Amedê û DFG’ê ve tê lidarxistin, dest pê kir.
- 10:56
Mehmûd Xelîl: Xelkê Efrînê gihişt zeytûnên xwe
Fermandare Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl, anî ziman ku welatiyên Efrînê piştî bi salan gihiştine baxçeyên xwe yên zeytûnan.
- 10:26
Ji Hevpeymaniya Rojhilatê der barê logoyê de: Bîranîna aştiyê ya di navbera Medan û Lîdyayiyan de ye
Rojhilatlı Siyasi Güçler İttifakı, 9 Mart'ta kararlaştırılan ittifak logosuna dair yaptıkları açıklamada, "Anıtın yapılma nedeni, Med kralı Kyaksar ile Lidya kralı Alyattes arasındaki barışın anısını yaşatmaktır" denildi.
- 10:24
Di dosyeya Rojîn Kabaîşê de tu pêşketin nînin
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, diyar kir ku wan xwestiye rayedarên wargehê di mijara mirina Rojîn Kabaîşê de weke gumanbar bên lêpirsîn lê daxwaza wan hêj nehatiye qebûlkirin û got divê lêpirsîn tavilê biencam bibe.
- 10:16
Piştî 8 salan gihiştin cih û warê xwe
Welatiyên Efrînê yên bi darê zorê ji cih û warê xwe hatibûn koçberkirin, piştî 8 salan vegeriyan ser xaka xwe.
- 09:55
Cejna berxwedan û azadiyê: Newroz
Cejna newrozê ku ji aliyê gelek gelên li seranserê Rojhilata Navînê ve bi awayên curbicur tê pîrozkirin, ji aliyê gelek çavkaniyan ve wekî yek ji kevintirîn cejnên tê hesibandin. Lêbelê, ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke mezin e: ew sembola rizgarbûnê ji dîlgirtinê û azadiyê ye.
- 09:48
Li cihwarên pîroz ên elewiyan û li ser xeta fayê ji bo JES'ê projeya sondajê hat erêkirin
Projeya JES'ê ku tê plankirin bê çêkirin û dê bandorê li cihwarê pîroz ê elewiyan bike, hat pesendkirin. Şêniyên herêmê yên bertek nîşanî vê dan gotin: "Em naxwazin canê ew qas mirovan fedayî jeotermalê bikin."
- 09:33
Êrişên li dijî Îranê di roja 11’an de ne
Êrişên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê 10 roj li pey xwe hişt. Li gorî daneyên HRANA’yê di tevahiya êrişên heta niha de zêdetirî hezar û 200 sivîl hatine qetilkirin.
- 09:28
‘Mirovan anîne rewşa ku muhtacî nan bibin'
Krîza aborî her diçe bêtir barê jiyanê yê welatiyan giran dike. Welatiyên Colemêrgî, diyar kirin ku bi krîzê re mirov muhtacî nan bûne.
- 09:14
DYA’yê baregehên Heşdî Şabî bombebaran kir
Baregehên Haşdî Şabî yên li derdora Kerkûkê ji hêla DYA’yê ve hatin bombebarannkirin. Hat zanîn ku kuştî û birîndar hene.
- 09:11
Hevjîna girtiyê nexweş Alagaş: Madem behsa aştiyê tê kirin çima hê jî girtiyên nexweş girtî ne?
Ayşe Alagaş, hevjîna girtiyê nexweş Haci Alagaş ê 70 salî, got: "Madem behsa aştiyê tê kirin, çima girtiyênnnexweş hê jî di girtîgehê de ne?"
- 09:08
Li Amedê agirê Newrozê yê ewil dê li Sûrê bê vêxistin
Ji Komîteya Amadekar a Newrozê Ahmet Dogan, diyar kir kiu dê Newroza Amedê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan û got ku ew ê agirê ewil ê Newrozê li Sûrê vêxin.
- 09:06
Mehmûd Xelîl: Wê sibê komeke din a dîlgirtiyan bê berdan
Cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl diyar kir ku HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê tomar û belgeyên dîlgirtiyan guherandine û li bendê ne ku sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan.
- 20:04 09
Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da
Zeynep Konar, dayika Omer Hayrî Konar ê li Girtîgeha Îmraliyê, jiyana xwe ji dest da.
- 19:57 09
Sezaî Temellî: Gel li bendê ye ku qanûna taybet demildest bê Meclisê
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, îşaret bi qanûnên taybet ên li bendê ye di çarçoveya pêvajoyê de bên derxistin û got: “Gel li bendê ye demildest bên Meclisê.”
- 16:12 09
Beşdarên deklarasyona Newroza Stenbolê: Dê bibe Newroza azadî û yekitiya demokratîk
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştî eşkerekirina Deklarasyona Newrozê ya li Stenbolê axivî û got ku Newroza îsal dê bibe Newroza aştiyeke birûmet, azadî, demokrasî û yekitiya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn.
- 15:48 09
Li Mûşê daxuyaniya têkildarî Newrozê: Em bi hev re biherikin qadan
Hevseroka DEM Partiyê ya Mûşê Çîçek Tutuş, têkildarî pîrozbahiya Newrozê ya li Mûşê got: “Di 14’ê Adarê de dê li navçeya Kopê û di 15’ê Adarê de jî li navendê bê pîrozkirin. Bila tevahiya gelê me bi sekna xwe ya birûmet, bi nasname û çanda xwe biherike qadê.”
- 14:47 09
HRW: Îsraîlê di êrişên li dijî Lubnanê de fosfora spî bi kar anî
HRW’ê ragihand ku Îsraîlê di êrişên 3’yê Adarê yên li dijî Lubnanê de fosfora spî bi kar aniye û xwest mueyîde li Îsraîlê bên ferzkirin.
- 14:34 09
400 malbatên Efrînî ber bi warê xwe ve bi rê ketin
400 malbatên Efrînî yên ji ber êrişên Tirkiyeyê ji neçarî koçeber bûn, di çarçoveya peymana 29’ê Çileyê de ber bi warê xwe ve bi rê ketin.
- 14:23 09
Rejîma Îranê hevdîtina girtiyên siyasî ya bi malbatan re qedexe kir
Kampanya Parastina Şerîfe Mihemedî ragihand ku rayedarên Girtîgeha Lakanê hevdîtina bi malbatan re li Şerîfe Mihemedî û girtiyên din ên siyasî qedexe kiriye.
- 13:43 09
HRANA: Li Îranê û Rojhilat di rojekê de herî kêm 33 sivîl hatin kuştin
HRANA'yê rapora xwe ya têkildarî êrişên ser Îran û Rojhilat aşkera kir. HRANA’yê got ku di nava 24 saetan de herî kêm 33 sivîl hatine kuştin û 50 jî birîndar bûne.
- 13:37 09